Kanalîzasyonên Til Birakê têne sererastkirin

Şaredariya Gel a Til Birakê ya herêma Cizîrê ber bi bidawîkirina projeya kanalîzasyonê ya navçeyê ve diçe.

Kanalîzasyonên Til Birakê têne sererastkirin
Kanalîzasyonên Til Birakê têne sererastkirin
Kanalîzasyonên Til Birakê têne sererastkirin
14 îlon, 2019   12:12
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Til Birak a herêma Cizîrê ji sedî 75 ji projeya danîna toreyên kanalîzasyonê li navçeyê bi dawî kir. Şaredariyê 15`ê Tîrmehê dest bi projeyê kiribû. Proje bi dirêjahiya 400 metre ye. Tê payîn ku di nava hefteyekê de bi dawî bibe.

Şaredariya Gel a Til Birakê xertûmeke 60 cm bi kar anî da ku 25 mal di nava navçeyê de jê sûd wergirin. Her wiha Şaredariya Gel 3 rogarên sereke yên navçeyê ku dirêjahiya xwe 4 hezar metre piştî giliyên gel û derketina bêhneke nexweş li başûrê navçeyê, sererast dike.

Endamê Beşa Lêkolînê yê Navenda Fenî ya Şaredariya Gel a Til Birakê Hanî Ehmed El-Ehmed diyar kir ku 3 rogar di xeta sereke ya başûrê navçeyê de ku ji xizmetê derketine, der barê wan de lêkolîn kirin û niha werşeyên kar wan sererast dikin. Her wiha got di nava hefteyekê de dê sererastkirin bi dawî bibe.

(bx)

ANHA