Li Dêrazorê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin

Tîmên endezyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, duh bi şev motorsîklêteke bombebarkirî ku ji dûr ve tê teqandin, li bejahiya Dêrazorê bê bandor kir.

Li Dêrazorê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Dêrazorê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Dêrazorê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
10 îlon, 2019   10:25
DÊRAZOR

Motorsîklêta bombebarkirî li ber rêya herêma Zexîra El-Cezîra ya bejahiya Dêrazorê hatibû bicihkirin.

Piştî ku welatiyekî der barê bûyerê de agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên endezyariyê yekser çûn cihê bûyerê anku cihê motorsîklêt lê hatibû bicihkirin, motorsîklêt bê bandor kirin û madeyên teqemeniyê jê vekirin.

(kc)

ANHA