Li Reqayê hemleya “Destpêkê exlaq”

Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina civakê ji bermahiyên şer, dest bi hemleya bi navê “Destpêkê exlaq” kir.

Li Reqayê hemleya “Destpêkê exlaq”
Li Reqayê hemleya “Destpêkê exlaq”
Li Reqayê hemleya “Destpêkê exlaq”
Li Reqayê hemleya “Destpêkê exlaq”
Li Reqayê hemleya “Destpêkê exlaq”
8 îlon, 2019   12:46
REQA

Tê payîn ku hemle 3 rojan li cihên cuda yên Reqayê dewam bike. Di çarçoveya hemleyê de, şaredariyê belavok li gel belav kirin. Her wiha pankart li qadên Reqa û basên veguhestina hundirîn daliqandin. Li ser pankartan “Destpêkê exlaq” û “Perwerde û fêrkirin bingeha pêşxistina civakê û kêfxweşiya wê ye” hate nivîsandin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo perwerdekirina zarokan li mal an jî li dibistanan û çawaniya dan û standinê bi kesên bi temenmezin re, me ev pankart danîn.”

Ehmed Îbrahîm got karê wan wek şaredarî di xizmetkirinê de dewam dike.

(kc)

ANHA