Cara sêyemîne, li Serêkaniyê dewriyên hevbeş

Îro dewriyên hevbeş di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û Hêzên DYA`yê li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Tirkiyê de geriyan.

8 îlon, 2019   12:57
HESEKÊ

Ji bo pêkanîna hevpeymana di navbera QSD`ê û DYA`ê û Tirkiyê der barê mekanîzmaya ewlehiyê li ser sînor, ku QSD, YPG, YPJ, ewlehiya sînor radestî Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê bike, îro dewriyên hevbeş di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û Hêzên DYA li ser sînorê Serêkaniyê û Tirkiyê geriyan.

Nûçegihanê ajansa me destnîşan kir ku dewriya hevbeş ji 3 erebeyên hêzên DYA û 3 erebeyên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê pêk hat.

Nûçegihanê me ragihand ku dewrî ji navenda Koalisyona Navneteweyî ji gundê Til Erqem a girêdayî bajarokê Til Helef rojavayê Serêkaniyê dest bi gera xwe kir û ber bi rojhilat ve çû, heta akademiya şehîd Munzur a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Ronahî ya li Serêkaniyê.

Paşê dewriyê berê xwe da nuqteyeke Hêzên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê ya li ser rêya Serêkaniyê û Hesekê.

Her wiha dewrî li hundirê bajarê Serêkaniyê jî geriya û berê xwe da gundê Elûk a li rojhilatê bajêr.

Dewriyê li gundê Eyn Gibrît a li rojhilatê Serêkaniyê gera xwe bidawî kir.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara sêyemîne li Serêkaniyê digere, ku cara yekemîn di 28`ê Tîrmehê geriya û cara duyemîn di 4`ê Îlonê geriya.

(jo)

ANHA