Şaredariya Reqayê sererastkirina rêyan ji sedî 50 pêk anî

Şaredariya Gel a Reqayê xebatên sererastkirina rêyan li bajar û gundan didomîne. Li gorî rêveberan şaredariyê heta niha ji sedî 50 projeya sererastkirina rêyan pêk aniye.

Şaredariya Reqayê sererastkirina rêyan ji sedî 50 pêk anî
Şaredariya Reqayê sererastkirina rêyan ji sedî 50 pêk anî
Şaredariya Reqayê sererastkirina rêyan ji sedî 50 pêk anî
Şaredariya Reqayê sererastkirina rêyan ji sedî 50 pêk anî
8 îlon, 2019   08:07
REQA

Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya jinûve avakirina bajêr de û ji bo sererastkirin û zîftkirina rêyan peyman bi Şîrketa Înşa û Avakirinê ya Şemal re çêkir.

Şaredariyê gelek rêyên sereke yên bajêr qîr kirin û hîna jî xebatên qîrkirin û serersatkirinê berdewam dikin. Li gorî rêveberan heta niha proje ji sedî 50 pêk hatiye.

Endezyar û berpirsên projeyê sererastkirina rêyan Îsa El-Esaf got: "Şaredarî bi hemû enerjiya xwe bi Şîrketa Şemal re dixebite da ku xebatên zîftkirina rêyên gund û bajar bi lez bi dawî bike."

El-Esaf destnîşan kir ku xebat bi rêxistinkirî û li gorî pîvanên şaredariyê neda ku kêmasî dernekevin û diyar kir ku firehiyek bi qasî 26 hezar kîlometre kabik hatiye qîrkirin.

ANHA