Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Qirah a kantona Şehbayê dewreyên wênexêziyê ji zarokan re vekirin. Da ku  ji vekirina pêşangeha ku dê di çend hefteyên pêş de bê vekirin, amade bibin.

Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin
Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin
Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin
Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin
Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin
Ji zarokên Efrînê re li Şehbayê dewreyên fêrkirina wênexêziyê hatin vekirin
5 îlon, 2019   07:43
ŞEHBA

 Da ku behreyên zarokan û hunera wênexêziyê bên pêşxistinê, Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Qirah a kantoan Şehbayê dewreyên perwerdê der barê derfetên huner û wênexêziyê ji zarokên Efrînê yên neçar mane koçber bibin re, vekirin.

Di nexşekirina li ser pankartên hunerî, zarok bîr, hezkirinên xwe ji bajarê Efrînê re û êşên ku di dema êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê de dîtine, pêşkêş dikin.

Di dewreyê de 20 zaroke temenê 7 heta 12 salî hene. Zarok di hefteyê de 2 rojan fêrî wênexêziyê dibin.

Der barê girîngiya vekirina dewreyan de, mamsoteya wênexêziyê Xaliya Xelîl ji ajansa ANHA’yê re got armanca Navenda Çand û Hunerê, pêşxistina behreyên zarokan û dûrketina ji rewşên koçberiyê ye.

Xaliya bal kişand ser ku herî zêde zarok pankartên bi navê Efrîn dinivîsin û li rexê jî dîmenên şer ên di dema dagirkeriyê de.

Li gor Navenda Çand û Hunerê dê pêşangeh bi navê Navenda Çand û Hunerê di çend hefteyên  pêş de bê vekirin da ku pankartên hunerî yên zarokan xêz kirine, pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA