Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir

Li kantona Hesekê jî bi tevlîbûna 24 koman 5‘emîn Mîhrecana Zarokan dest pê kir.

Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
Li Hesekê jî Mîhrecan Zarokan destpê kir
1 îlon, 2019   19:22
HESEKÊ

Bi sponseriyaTevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê îro çalakiyên Mîhrecana 5`an a Zarokan a ku her sal di destpêka meha Îlonê de li dar dikeve, dest pê kir.

Mîhrecana îsal bi dirûşmeya `Zarok simbilên jiyanê ne` li dar dikeve. Mîhrecan li kantona Hesekê li navçeya Til Temirê  bi tevlîbûna 24 komên hunerî  yên kantona Hesekê tê lidarxistin û 3 rojan dewam bike.

Çalakiyên mihrîcanê vê êvarê bi sirûda `Ey Reqîb` dest pê kir. Gelek çalakiyên hunerî ji stranên zarokan û şanoyan hatin pêşandan.

Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê û endamê Komîteya Orgenîzekirina mihrîcanê Mihemed Cûdî got ew bi rêya çalakiyê hewl didin zarokan teşwîqî warê hunerî bikin,  behreyên wan ji biçûkahiyê ve derxînin û ji atmosfera şer dûr bixin..

(şx)

ANHA