Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin

Bi dirûşmeya `Ji bo jiyaneke bi rûmet û aştiyê em ê têkoşîn û rêxistina xwe xurt bikin` bi sedan ji şêniyên bajarê Helebê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan.

Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin
Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin
Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin
Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin
Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin
Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin
1 îlon, 2019   19:09
HELEB

Ji bo piştgiriya hemleya Kongreya Star ya bi dirûşmeya `Rûmet û axa xwe biparêze DAIŞ û dagirkerî tune bike` û bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye meşiyan. Meş ji ber hola civînan a ku dikeve beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir û li ber çarxerêya Rêber Ocalan bi dawî bû.

Şêniyan pankartên bi nivîsên  bi her du zimanên Erebî û Kurdî `Em aştîxwaz in` û wênyên Ocalan tevî alên saziyên sivîlan hildan.

Meş li ber çarxerêya Rêber Ocalan rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Kongreya Star Velentîna Ebdo, Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Fewziye Ebdulhenan, Komîteya Lihevanînê ya taxa Şêxmeqsûd Sultane Mihemed axivîn. Axaftvanan Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelê Sûriyê û tevahiya gelên aştîxwaz pîroz kirin û tekez kirin ku aştî bê edalet û bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re ne pêkane.

Her wiha destnîşan kirin ku yên xwedî israr û vîn dikarin bighêjin aştiyê. Axaftvanan bang li tevahiya rêxistin û hêzên navdewletî kirin ku çareseriyek aştiyan e dûrî nakokiyên çekdarî peyda bikin da ku aştî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe.

Mîrîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina têkoşîna Rêber Ocalan û dirûşmeya `Aştî bê serok ne pêkane` bi dawî bû.

(şx)

ANHA