Li Minbicê xizmeta navendên tenduristiyê

Navendên Tendirustiyê yên ku Komîteya Tendirustiyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê vekirine, di 6 mehan de  xizmetên bêpere ji zêdetirî 134 hezar kes re pêşkêş kirin.

Li Minbicê xizmeta navendên tenduristiyê
Li Minbicê xizmeta navendên tenduristiyê
Li Minbicê xizmeta navendên tenduristiyê
Li Minbicê xizmeta navendên tenduristiyê
31 tebax, 2019   07:48
MINBIC

Ji dema rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wê, Komîteya Tendirustî ya bajarê Minbicê çend navendên tenduristiyê vekirin û xizmetên tendirustiyê pêşkêşî şêniyan dikin.

Komîteya Tendirustiyê di destpêkê de xebata sererastkirin û jinûverestorekirinê ji sala yekem a rizgarkirina bajarê Minbicê de, pêk anî. Li navendê odeyên emeliyet û mayînê tune ne. Lê weke nexweşxaneyên biçûk li gundan tên perjirandin. Navendên tendirustiyê xizmetên sivikirina azarên şêniyên gundan, dike. Her wiha jî nirxên tedawîkirin û çûna nexweşxaneyên taybet dabîn dike.

Li gor serjimariya 6  mehên  2019’an ku ji Komîteya Tendirustiyê ya bajarê Minbic û gundewarên wê hatine girtin, 134 hezar û 307 rewş hatine tedawîkirin. Ev tedawî bê pere hatine pêşkêş kirin.

Navendên Tendirustiyê yên ku li gundewarên bajêr û hundirê wê hatine vekirin, rewşên lezgîn, xizmetên bijîşkî yên pêwîst û piştgiriya destpêkê ya tendirustiyê, pêşkêş dikin. Ew jî bi rêya van beşan pêk tê; Jin, rêxistina malbatê, hundirîn, piştgiriya tendirustiyê, zarok, cerm û ambulansê. Li rexê jî pêşkêşkirina dermanan a bêpere.

Navendên Tendirustiyê yên aktîv 7 in û her wiha jî xebata amadekariya navendên dîtir jî tê kirin.

(fr/bm)

ANHA