Cotkarên Girê Spî: Dewleta Tirk şerê avê dimeşîne

Cotkarên kantona Girê Spî yên ku zeviyên wan di bin avê de mane, diyar kirin ku dewleta Tirk bi bilindkirina asta ava çem siyasetên xizankirina herêmê dimeşîne.

Cotkarên Girê Spî: Dewleta Tirk şerê avê dimeşîne
Cotkarên Girê Spî: Dewleta Tirk şerê avê dimeşîne
31 tebax, 2019   07:11
GIRÊ SPÎ – ÎBRAHÎM EHMED

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakurê Sûriyê rêbazeke din a dijminatiyê daye destpêkirin. Dewleta Tirk rêjeya asta ava çemên ku ji Tirkiyê derbasî kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyê dibin, zêde kir. Di encamê de 4 hezar hektar zeviyên çandiniyê yên şêniyên kantonê di bin avê de man û zevî telef bûn.

Cokarên kantona Girê Spî nerazîbûn nîşanî kiryarên Tirkiyê yên li dijî şêniyên Bakurê Sûriyê dan û bang li aliyên têkildar kirin ku sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê re deynin.

Mehmûd Mihemed Îsmaîl ê ji gundê Til Ebyet ê rojhilat, zeviyên wî li qiraxa çemê Celabê ne. Îsmalî got: “Ji ber zêdekirina asta avê baxçeyên me di xeteriyê de ne. Eeger rewş wisa berdewam bike em nikarin zeviyên xwe biçînin."

Mehmûd Îsmaîl diyar kir ku Tirkiyê asta avê çemê Celabê bilind kir, di encamê de bi hezaran hektar zeviyên li qiraxa çem di bin avê de man. Mehmûd bang li aliyên têkildar kir ku rêbazekî ji bo derxistina avê peyda bikin, da ku rêjeya vê karesetê kêm bibe.

Cotkarê bi navê Îbarhîm El-Hesûn ê ji gundê Til Exder bi bîr xist ku ji deh salan ve çemê Sûsikê neherikî ye û wiha pê de çû: “Lê Tirkiyê asta avê bilind kir ku di encamê de derdora 200 hektar zeviyên wan di bin avê de man. Tirkiye li dijî herêmê rêbazên herî qirêj bi kar tîne. Dewleta Tirk cotkar, zarok, terektorên çandiniyê, sewal û dibistanan dike hedef. Lê vê carê rêyek din da meşandin û şerê avê û çandiniyê da destpêkirin. Ji ber debara sereke ya şêniyên herêmê çandinî ye."

Îbarhîm El-Hesûn di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Tirkiye armanc dike ku birçîbûn û xizaniyê belav bike. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî dikin ku demildest destwerdanê bike û sînorekî ji zêdegaviyên dewleta Tir ên li dijî Girê Spî re deyne.”

(bb/bm)

ANHA