Li Dêrazorê şaneyek din a DAIŞ‘ê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Zîban ê girêdayî bajarokê Busêra yê rojhilatê Dêrazorê, şaneya veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê girt.

Li Dêrazorê şaneyek din a DAIŞ‘ê hat girtin
30 tebax, 2019   20:33
DÊRAZOR

Nûçegihanê ajansa ANHA’yê ji Dêrazorê ragihand ku di kemîneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ku ji 5  çeteyan pêk dihat, hat girtin.

Hate diyarkirin ku kemîn li bajarokê Zîban ê girêdayî bajarokê Busêra yê rojhilatê Dêrazorê piştî şopandina tevgera çeteyan hate danîn.

Li gor rayedarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di lêpirsînên destpêkê de hat diyarkirin ku erka vê şaneyê ew e ku destek û alîkariyê bide şaneyên li Dêrazorê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dema borî de, gelek çalakî li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşaratî pêk anîn û gelek çete destgirkîr kirin.

(fr)

ANHA