Meşa navendî… malbatên cangoriyên azadiyê berê xwe didin Tirbespiyê

Malbatên şehîdên kantona Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe didin navçeya Tirbespiyê da ku tev li meşa navendî ya şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Meşa navendî… malbatên cangoriyên azadiyê berê xwe didin Tirbespiyê
Meşa navendî… malbatên cangoriyên azadiyê berê xwe didin Tirbespiyê
Meşa navendî… malbatên cangoriyên azadiyê berê xwe didin Tirbespiyê
24 tebax, 2019   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran malbatên şehîdên kantona Qamişlo berê xwe da navçeya Tirbespiyê da ku beşdarî meşa navendî ya malbatên şehîdan bibin. Meş dê ji ber navenda Kongreya Star a navçeyê, ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike.

Malbatan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ku di hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê û êrîşên rejîma Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bûne, rakirine.

(kc)

ANHA