Di Mîhrîcana Şehîd Stêrvan de çalakiyên werzîşê

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Şehîd Strêvan a ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye birêxistinkirin çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

Di Mîhrîcana Şehîd Stêrvan de çalakiyên werzîşê
Di Mîhrîcana Şehîd Stêrvan de çalakiyên werzîşê
Di Mîhrîcana Şehîd Stêrvan de çalakiyên werzîşê
Di Mîhrîcana Şehîd Stêrvan de çalakiyên werzîşê
Di Mîhrîcana Şehîd Stêrvan de çalakiyên werzîşê
23 tebax, 2019   18:40
ŞEHBA

Mîhrîcana Şehîd Stêrvan a ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye birêxistinkirin di roja xwe ya duyemîn de li kantona Şehbayê didome.

Ev mîhrîcan di çaroveya Pêngava Kongreya Star a bi diruşma"Xak û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin" de pêk tê.

Mîhrîcana bi diruşma"Bi rihê şehîd Stêrvan serî hilde û rêya rizgarkirina Efrînê xêz bike" di roja duyemîn de bi çalakiyên werzîşê û maça fotboolê li yarîgeha Babinis a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê didome.

Çalakiyên îro bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre pêşbirka 2 tîman a bezê heta 100m û ya duyemîn 400m bi beşdariya 6 lîstikvanan ji her tîmek li dar ket.

Piştre maça şetrencê ku 2 tîm tevlêbûne pêk hat. Piştî şetrenc bi dawî bû maça bîngboolê dest pê kir. Li pey wê pêşbirka 4 lîstîkvan a beza bi çiwalan pêk hat.

Çalakiya roja duyemîn a mîhrîcana bi maça fotboolê ya di navbera tîmên Til Qirah û Til Rifatê de di nava coşa mezin bi dawî bû. Maç bi serkeftina tîma Til Rifatê ya bi 3 golan li hember golekê bi dawî bû.

Mîhrîcan dê sibe bi pêşbirkên çandê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA