Şaneya li bajarê Qamişlo êrîş pêk anî bû hate girtin

Hevserokê Desteya Karûbarên Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku şaneya li bajarê Qamişloyê êrîş pêk anîbû hate girtin.

Şaneya li bajarê Qamişlo êrîş pêk anî bû hate girtin
20 tebax, 2019   17:13
QAMIŞLO

18‘ê Tebaxê êrîşeke bi wesayeteke bombebarkirî li pêşiya dibistana pîşeyî ya li bajarê Qamişlo pêk hat. Di encamê êrîşê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Musbah Mihemed El-Xelef El-Xereba şehîd bû û du jî birîndar bûn.

Merasîmê veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Musbah Mihemed El-Xelef El-Xereba niha li bajarê Qamişlo bi rêve diçe.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Karûbarên Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û diyar kir şaneya ku êrîşî beriya du rojan a li Qamişlo pêk anîbûn a Musbah Mihemed El-Xelef El-Xereba tê de şehîd bû, hate girtin û lêpirsîn bi dawî bû. Berekat anî ziman ku dê şaneyê sewqî Dozgeriya Giştî bikin.

ANHA