Balafirên rejîmê karwanekî Tirkiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê karwanekî Tirkiyê ku ber bi bajarokê Mork ê bakurê bejahiya Hemayê ve diçû, bombebaran kir. Li bajarokê Mork şerekî dijwar di navbera çeteyan û hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê de rû dide.

Balafirên rejîmê karwanekî Tirkiyê bombebaran kir
19 tebax, 2019   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku karwanê artêşa Tirk a dagirker ji 7 tank û wesayitan pêk dihat. Her wiha tekez kir ku vê sibê çekên asmanî yên rejîma Sûriyê karwanê Tirkiyê yê li bajarokê Mork kir armanc.

Tê zanîn ku karwanên leşkerî yên Tirkiyê da ku destekê bidin komên çeteyan, li bajarokê Mork in. Her wiha çavkaniyan got karwanekî din ê dewleta Tirk ber bi Morkê ve diçe.

Topbarana li ser karwanê Tirkiyê piştî rojekê ji kontrolkirina bajarê Xan Şêxûn ê parêzgeha Idlibê yê beramberî parêzgeha Hemayê ji aliyê rejîma Sûriyê ve pêk hat.

(eh)

ANHA