Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Welatiyên Keldan ên bajarê Dêrikê bi meşekê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Keldanên li Dêrikê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
18 tebax, 2019   18:50
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên pêkhateya Keldan ên li Dêrikê bi armanca şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dêra Keldan a navenda bajarê Dêrikê kom bûn.

Şênî ku mom di destê xwe de hilgirtibûn ji dêrê ber bi qada Şehîdan ve di nav kolanên sereke de meşiyan û pankartên bi nivîsên ` Ji osmaniya nû re na` hildan.

Piştre berê xwe dan dêra Keldan û li wir deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan sekinîn, ayînên olî pêk anîn û dua kirin (lava kirin) ku aştî li Sûriyê belav bibe.

Piştî wê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Yekitiya Suryan Afram Ishaq ji ajansa me re axivî û got: "Ev meş ji hêla dêra Keldan ve ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê hate orgenîzekirin. Dirûşmeyên meşvanan banga hezkirin û aştiyê û şermezarkirina gefên Tirkiyê bûn."

Ishaq wiha domand: "Em ji cîhanê re dibêjin tevahiya gel û pêkhateyên herêmê bira ne û li hember her kesê ku aştiya wê dike xeteriyê dibin yek."

(şx)

ANHA