Jin ji bo parastina civakê xwe perwerde dikin

HPC-Jin derdora 18 hezar û 692 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrî bikaranîna çekan û rêbazên xweparastinê kirin. Her wiha dersên bîrozî dan zêdetirî  hezar û 219 jinan.

19 tebax, 2019   04:20
QAMIŞLO- ŞÎNDA EKREM

Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC- Jin) roleke girîng di parastinê de dilîze. HPC-Jin ji destpêka hatiye avakirin ve bi YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê re di xetên pêşîn ên berxwedanê û şerê li dijî çeteyan parastina herêmê dike. Her wiha xwe di nava hemû taxan de bi rêxistin kirin dike û parastina bajarên xwe dike.

Ji destpêka sala 2015‘an û avakirina komînan li Rojava, ji bo rêxistinkirina civakê di her qadan de; civakî, xizmetguzarî, aborî, jin, ciwan û xweparastin komîteyên komînan hatin avakirin. Di komînan de komîteyên Lihevanîn, Tenduristî, Aborî, Perwerde û Parastinê hene.

Komîteyên Parastinê yên komînan Hêzên Parastina Civakî ava kirin ku xwe dispêre 3 lingên sereke "Rêxistin, Parastin û Perwerde". Hejmara endamên komîteya Parastinê yên komînan ji 4 heta 15 endaman e ji bo her komînekê.

Li ser vê esasî jinan xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de bi rêxistin kirin, piştî konferansa yekemîn ku di 2‘yê Tebaxa 2016‘an de hate lidarxistin, HPC-Jin tabûrên xwe di nav van koman de ava kirin.

Hêzên Parastina Civakî –Jin hezar û 219 jin ên endamên saziyên sivîl tevlî perwerdeyên bîrdozî kirin. Her wiha derdora 18 hezar û 692 endamên din jî  fêrî bikaranîna çekan û dersen rêbazên parastina rewa dan wan.

Endamên Hêzên Parastina Civakî li taxê nobetê digirin û li ser bendên kontorlê disekinin. Her wiha dewriyên şêvê dimeşînin û dema şer û êrîşan de di eniyên pêşîn ên berxwedanê de cihê digirin.

(bb/bm)

ANHA