Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû

Şahiya salvegera rizgarkirina Minbicê bi pêşendana berhemên hunerî û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
Şahiya rizgarkirina Minbicê bi dawî bû
15 tebax, 2019   18:20
MINBIC

Şahiya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê vê êvarê bi tevlibûna bi hezaran şêniyên bajêr li dibistana El-Xensaniye li dar ket. Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û pesna rola şêniyên Minbicê di rizgarkirina bajar de hat dayîn.

Piştî axaftinan komên hunerî berhemên xwe li gorî bernameyek diyar pêşkêş kirin. Destpêkê koma Koral a navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê berhemên xwe pêşan dan. Piştra Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê xelat dan Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê.

Piştî wê koma Çerkezî ya govendê dîlana gelêrî ya Çerkezî pêşkêş kir. Paşê koma Zarokên Şehîdan strana xwe, koma Botan a Turkman govenda gelêrî ya Turkmanî pêşkêş kirin. Koma Erebî govenda Erebî, koma Hezkirin a Stranê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha koma Minbicê ya şano ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê şanoyek bi navê Mil bi Mil, koma Navenda Çand û Hunerê ya stranan bi sê zimanan (Kurdî, Erebî û Turkmanî ) stran vegot.

Di dawiyê de şêniyên bajarê Minbicê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê  xelekên govendê li ber stranên Koma Navenda Çand û Hunerê gerandin.

(şx)

ANHA