`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temir di roja sêyemîn a konê mertalên zindî yê li ser sînor dewr girtin. Kongreya Star  bang li hemû têkoşerên azadî, aştî û demokrasiyê kir, da ku qirkirinên komî ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze pêk bîne, bidin rawestandin.

`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
`Dem dema parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye`
10 tebax, 2019   13:16
HESEKÊ

 Piştî  ku dewleta dagirker leşkerên xwe li ser sinor kom kirin, bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê di 8`ê Tîrmehê de li ser  sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. 

Piştî 3 rojan ji destpêkirina çalakiyan, îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê çalaki dewr girtin.

Dema ku şêniyên Dirbêsiyê û Til Temirê gihaştin cihê çalakiyê, Kongreya Star daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.

Kongreya Star  di daxuyaniyê de wiha got:

"Dewleta Tirk bi hemû awayî şoreşa Rojava kir hedefa xwe, di nav de çeteyên DAIŞ`ê şandin herêmên me û hemû cûreyên şidetê pêk anîn. Berxwedana ku li Kobanê dest pê kir û çeteyên DAIŞ`ê têk bir, li hemû Bakurê Sûriyê belav bû. Hêzên  ku li Kobanê şer kirin, parçeyên mezin ji Sûriyê rizgar kirin.

Niha dikeve ser milê me ku em parastina van destkeftî û xaka ku hêzên me rizgar kirin ,bikin. Ji ber vê yekê em bang li hemû têkoşeran dikin ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê û yekbûna gelan dikin ku qirkirin û êrîşên Osmaniya nû bidin rawestandin.

Ev gef li ser hemû jinên cîhanê ye, tiştê ku dewleta Tirkiyê niha dike ji bo vejandina çeteyên DAIŞ`ê ye. Ji ber vê yekê bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li dewleta Tirkiyê dikin ku, siyasetên xwe hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê terk bike û xwîna gelên herêmê nerjîne.

Li ser vê bingehê em wek Kongreya Star piştgiriya xwe bi gelê xwe li Serêkaniyê re û beşdarbûna xwe li konê mertalên zindî radigihînin, niha dem dema parastina destekftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Tê payîn ku piştî şêniyên Til Temirê û Dirbêsiyê, şêniyên Hesekê çalakiyê dewr bigirin.

ANHA