Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk

Li dijî gefên Tirkiyê bi hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê meşiyan û berê xwe dan ser sînor da ku konê çalakiya mertalên zindî li rojavayê bajêr vegirin.

Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
Li Serêkaniyê meşa li dijî dagirkeriya Tirk
8 tebax, 2019   11:59
HESEKÊ

Li dijî gefên Tirkiyê bi hezaran ji pêkhateyên bajarê Serêkaniyê, bajarokê Zirgan û gundewarên wê meşek lidar xistin û ber bi rojavayê bajêr ango li ser rêya bajarokê Til Helefê meşiyan, da ku konê çalakiya mertalên zindî, li nêzî sînor vegerin.

Meş ji bazara navendî dest pê kir û ber bi kolanên bajêr û sînor ve çûn. Xwepêşandêran alên QSD`ê û wêneyên şehîdan hilgirtin.

Xwepêşandaran li nêzî sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de angu li rojavayê bajêr, dest bi amadekariyên vegirtina konê çalakiya mertalên zindî kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê û Endamê komîteya amadekar a konê mertalên zindî Abdullxenî Oso axivî û got: "Bi gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konên çalakiya mertalên zindî hate vegirtin, di vê derbarê de mertalên zindî isbat dike ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xaka xwe ji Tirkiya dagirker re nahêlin."

Oso diyar kir ku çalakiyên mertalên zindî dê dewam bikin, şêniyên herêma Cizîrê beşdar bibin û bi awayekî nobedarî be.

Tê payîn ku piştî kon were vegirtin bi çend saetan çalakiyên mertalên zindî dest pê bikin.

 (eh)  

ANHA