Jinên Tebqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk meşek li dar xistin

Rêveberiya Jinan a Tebqayê û Gundewarên wê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi meşeleyan bi beşdariya bi dehan jin Tebqa û Gundewarên li dar xist. Meş jî ji rêzeçalakiyên hemleya şermezarkirina gefên Tirkiyê bi diruşma "Em bûn yek, biserketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin" ku pêk tên, dest pê kir.

Jinên Tebqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk meşek li dar xistin
Jinên Tebqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk meşek li dar xistin
Jinên Tebqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk meşek li dar xistin
Jinên Tebqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk meşek li dar xistin
7 tebax, 2019   21:14
TEBQA

Bi dehan jin ku meşale hilgirtibûn, li pêş avahiya Rêveberiya Jinan a bajarê Tebqayê kom bûn. Meş ber bi Navenda Çand û Hunerê bi diruşmên hemleyê"Em bûn yek, biserketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin" û şermezarkirina gefên Tirkiyê dest pê kir.

Meşvan li pêş Navenda Çand û Hunerê rawestî. Piştre bi navê Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê axaftin hat kirin û tekez kir ku gefên Tirkiyê bi armanca dizîna xêr û bêrên herêmê û derbkirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina projeya neteweya demokratîk in.

Bi navê jinên herêmê, bêdengiya navdewletî der barê van gefan de hat şermazarkirin. Her wiha jî jinan misoger kir ku dê bê tevger nemînin û li ber xwe bidin heta ku bihaya wê rihê wan be jî. Dê li ser şopa şehîdan heta serkeftin û rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî û di serî de Efrîn, bimeşîn.

Ji aliyê xwe endama Koordînasiyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesra Ebaka anî ziman ku ev meş ne yê yekê ye û ne jî yê dawiyê ye. Dê çalakiyên şermezarkirina dewleta dagirker a Tirkiyê heta serkeftin û bibawîkirina dagirkeriyê, bedomin.

(fr)

ANHA