Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê agir bi darên zeytûnê xistin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, agir bi darên zeytûnê yên li navçeya Şera ya girêdayî herêma Efrînê, xistin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê agir bi darên zeytûnê xistin
4 tebax, 2019   08:37
EFRÎN

Di dîmenê de, diyar dibe ku çawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi awayekî yekser bi darên zeytûnê ku temenê hin ji wan vedigere ji zêdetirî 100 salan, xistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh agir bi dehan darên zeytûnê yên li navçeya Şera xistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji roja ku herêma Efrînê dagir kirine heta niha zêdetirî 15 hezar hektarên zeviyên çandiniyê şewitandine.

(kc)

ANHA