Şênî li ser sînor dagirkeriya dewleta Tirk red dikin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de çalakiya mertalên zindî berdewam dikin.

Şênî li ser sînor dagirkeriya dewleta Tirk red dikin
Şênî li ser sînor dagirkeriya dewleta Tirk red dikin
Şênî li ser sînor dagirkeriya dewleta Tirk red dikin
29 tîrmeh, 2019   12:18
KOBANÊ

Li gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê û gundê Ziyaret ê rojavayê Kobanê çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê berdewam in. Çalakiya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di roja xwe ya 13`an de ye. 

Şêniyên kantona Kobanê, şandeyên ji gelek herêmên Bakurê Sûriyê yên wekî Reqa, Minbic û Tebqayê beşdariya çalakiya mertalên zindî bûn ku di 17`ê Tîrmehê de li gundê Qeremox dest pê kiribû. Di heman demê de li gundê Ziyaretê jî di 19`ê Tîrmehê de û li Girê Spî di 18`ê Tîrmehê de çalakiyan dest pê kiribû.

Di roja 13`an a çalakiyê de berdevka Desteya Jinan a bajarokê Til Xezal ê Kobanê Îslem Elî axivî û got: "Di roja 13`emîn de em çalakiya xwe li dijî gefên dewleta Tirk li ser sînor berdewam dikin, heke pêwîst bike em ê heta 13 salan li dijî gefên ku metirsiyê li ser ewlehiya herêmê çêdikin, çalakiyên xwe tenê ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî bijîn, berdewam bikin."

Şêniyan jî tekez kir ku ew li Bakurê Sûriyê bi aramî dijîn, lê Tirkiye behsa êrîşên li ser herêmê dike û civaka navdewletî beramberî vê yekê bê deng e.

Çalakiyên mertalên zindî berdewam in û şênî destnîşan dikin ku heta Tirkiye dawî li gefên xwe yên li ser herêmê bîne, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

(eh)

ANHA