Li Eyn Îsayê jî pêngava paqijiyê dest pê kir

Bi armanca belavkirina çanda xebata dilxwazî û parastina bedewiya herêmê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngava paqijiyê kir.

Li Eyn Îsayê jî pêngava paqijiyê dest pê kir
Li Eyn Îsayê jî pêngava paqijiyê dest pê kir
Li Eyn Îsayê jî pêngava paqijiyê dest pê kir
Li Eyn Îsayê jî pêngava paqijiyê dest pê kir
27 tîrmeh, 2019   11:47
EYN ÎSA

Hevserokên Meclisa Rêveber, serokên desteyan, buro û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li bajarokê Eyn Îsayê beşdarî pêngava paqijiyê bûn.

Beşdaran çop û bermahiyên li kolanên bajarok rakirin. 

Rêveberên Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanca vê pêngavê ew e ku çanda xebata dilxwazî û parastina bedewiya herêmê were belavkirin. Tê payîn ku ev pêngav her roja yekşemê bi rê ve biçe.

Di heman demê de Rêveberiya Xweser ev pêngav li ser hemû rêveberên xweseriyê û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye meşandin.

Tê zanîn ku pêngava paqijiyê berî niha saziyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê rabûn, gund, bajarokên herêma Cizîrê û Firatê dan ber xwe.

(eh)

ANHA