Hêzên dagirker gundên Şerayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin.

Hêzên dagirker gundên Şerayê topbaran dikin
20 tîrmeh, 2019   13:17
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di van kêliyan de gundên Malikiyê, Şêwarxê û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Hate ragihandin ku bi dehan top li gundan ketine. Têkilî ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

Topbaran berdewam e.

ANHA