Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne

Çalakiya mertalên zindî yên şêniyên Kobanê ya li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê ya li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê di roja 4’emîn de û ya li gundê Ziyaretê yê rojavayê Kobanê di roja 2’yemîn de didomin.

Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne
20 tîrmeh, 2019   13:50
KOBANÊ

Bertekên gelêrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibin.

Li kantonên Kobanê û Girê Spî gel li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirkiyê çalakiyên mertalên zindî didomînin.

Çalakiya mertalên zindî ya gelê Kobanê ya li gundê Qeremox ê li ser sînor di roja 4’emîn de û çalakiya li gundê Ziyaretê li ser sînor di roja 2’yemîn de bê navber didome.

Di bin konê çalakiyê ya li gundê Qeremox de gelek axaftin hatin kirin. Endamê rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Til Xezal, Ehmed Misto got: "Gefên Tirkiyê ji bilî şerê taybet ê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê tu tiştî destnîşan."

Hevserokê Şaredariya Gel a Celebiyê Kirdo Xelîl jî anî ziman ku ew ê bi sîngên bilind li hember gefên dewleta Tirk disekinin û bi her awayî destwerdana Tirkiyê li herêmê red dikin.

Kirdo wiha domand: "Gelên li ser vê xakê bi ewle û biratî dijîn. Ji lew re armanc ji gefên Tirkiyê ew e ku fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de derxîne û aramî û ewlehiya tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xira bike."

Hin kesên beşdarî çalakiyê bibûn, nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin û gotin, pêwîste dewletên banga parastina mafên mirovan dikin erka xwe ya mirovî li dijî zêdegaviyên Tirkiyê pêk bînin. Her wiha destnîşan kirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewle ne.

Her wiha çalakgeran bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanên Tirkiyê di herêmê de bi dawî bikin, bi taybet êrîş û gefên wê yên li ser Minbic û Til Rifetê.

 (fr)

ANHA