Şêniyên Serêkaniyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên bajarê Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û tekez kir ku gelên herêmê li dijî hemû gefên li dijî herêmê sekinîn û dê bisekinin.

Şêniyên Serêkaniyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Serêkaniyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Serêkaniyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Serêkaniyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Serêkaniyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
18 tîrmeh, 2019   11:02
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê û Sûriyê re" meşek li dar xist.

Îro di saetên sibê de bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê, navçeya Til Temir, Zirgan û bajarokên derdora wê her wiha endamên hemû saziyên sivîl û leşkerî li herêmê li pêşiya avahiya meclisa navçeyê kom bûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, ala Kongreya Star, ala PYD`ê, her wiha pankartên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatin hildan.

Meşê ji ber avahiya meclisê dest pê kir û li taxa Ronahî veguherî mitîngê. Di mitîngê de dirûşmeyên serkeftinê û yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê, her wiha silavkirina berxwedanê hatin berzkirin.

Di mitîngê de hevserokê Şaredariya Gel Luqman Îsa axivî û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ên di demên dawîn de şermezar kir.

Luqman Îsa destnîşan kir ku her bihostek ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, berxwedana Serêkaniyê dê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê dîsa dubare bibe.

Luqman Îsa di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman:"Gelê me dê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bisekinin. Tu carî li hember kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin, bê deng namînin."

Luqman Îsa di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku gefên dewleta Tirk diyar dike ku ew di hemû aliyan de û ji wan ê leşkerî û siyasî de bin ketiye.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û dirûşmên “Şehîd namirin”, bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi hezaran şêniyên Kobanê li ser sînorê li beramberî sînorê Tikiyê xwepêşandanan li dar dixin.

(bx)

ANHA