‘Dizîna şûnwaran sûcê şer e, divê Tirkiye bê darizandin’

Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê bang li Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên navdewletî kir ku biryar, peyman û mîsaqên xwe aktîf bikin û binpêkirinên ku li dijî dîroka Efrînê tên kirin, rawestînin.

‘Dizîna şûnwaran sûcê şer e, divê Tirkiye bê darizandin’
‘Dizîna şûnwaran sûcê şer e, divê Tirkiye bê darizandin’
‘Dizîna şûnwaran sûcê şer e, divê Tirkiye bê darizandin’
‘Dizîna şûnwaran sûcê şer e, divê Tirkiye bê darizandin’
‘Dizîna şûnwaran sûcê şer e, divê Tirkiye bê darizandin’
17 tîrmeh, 2019   12:37
ŞEHBA

Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re li Kampa Serdem a kantona Şehbayê da ku tê de kiryar û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi mafên milkiyet û cihên dîrokî li Efrînê piştî dagirkirinê tên kirin, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de nûnerên gerînendetî, sazî, desteyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrînê, Yekitiya Rewşenbîran, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Şehbayê û bi dehan şêniyên Kampa Serdemê amade bûn.

Beşdaran di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Wêrankirina şûnwar û şaristaniyan rûyê rastîn a dagirkeriya Tirk e","Bêdengiya navdewletî hevparê kiryarên bi mafê şûnwarên Efrînê ye" û "Rûxandina şaristaniyê qirkirina gelan e" û wêneyên şûnwar û deverên Efrînê yên dîrokî berî û piştî dagirkeriya Tirk hildan.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Desteya Çand û Hunerê Midya Hemdek, endamê Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê Selah Sîno û endamê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Narîman Hesen ve bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Hê jî dewleta Tirk, desthilat û komên alîgirên wan di hovtirîn cureyên sûcên bi mafên şêniyên resen ên herêma Efrînê û milkiyetên wan de berdewam in. Dagirkeriya Tirk bi mebest derbe li mîraseya çandî û şaristanî da."

Cihên dîrokî û şûnwarî ji rojên destpêkê yê şerê li ser Efrînê ve wêran kirin. Perestgeha Eyn Dara ya dîrokî ji cihên girîng a ku di wê demê de hati rûxandin. Tevî serweriya hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan li ser herêmê jî, kiryar û destdirêjiyên li ser cihên dîrokî yên Efrînê ranewestîne, berovajî vê ev binpêkirin bûn wesîleya xizankirina herêmê û mehrûmkirina cihên şûnwarî û turistî. Her wiha dizîna şûnwaran bi çavdêriya yekser ji hêla desthilatên dagirkeriya Tirk ve bi rêya derbaskirina Tirkiyê û piştre ber bi dewletên Ewropî ve, tê kirin.

Tu cihekî dîrokî nehiştin û dizî û talankirin lê nebû. Hin wêne hene ku cihên dîrokî dûbare rastî wêrankirin û dizînê hatin. Wekî Eyn Dara 2 caran rastî wêrankirinê hat. Li rexê jî dagirkeriya Tirk bi alavên giran, Nebî Horî (Sîryos), Xirabê Raze, Girê Cindirêsê, Girê Mîdankê û bi dehan perestgeh û cihên olî dizîn û rûxandin.

Dizîna şûnwaran li pêş çavên gihştî û bihîstina civaka navdewletî tê kirin. Ew li hember qanûn û mîsaqên navdewletî ya parastina mîraseya mirovî di dema şerê çekdarî rû bidin de weke Lahey (1954) û Protokêlên wê(1991-1999) û UNESCO (1970) û (1972), binpêkirineke eşkere ye.

Cihên mîraseya cîhanî li Sûriyê û biryara Meclisa Ewlehî 2199 a sala 2015’an a bi naveroka qedexekirina bazirganiya milkiyetên çandê yên Iraq û Sûriyê û biryara (2347) ya derketiye û tevahî endamên Meclisa Ewlehiyê 2017’an a parastina kultra mirovahiyê, tên binpêrkirin."

Di dawiyê bang li Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên navdewletî yên girêdayî UNESCO’yê hat kirin ku biryar, peyman û mîsaqên navdewletî yên der barê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê de pêk tîne, aktîf bikin.

(fr)

ANHA