Dewleta Tirk koçberên Sûriyê bi darê zorê vedigerîne herêmên ku dagir kirine

Hikumeta Tirk welatiyên ji Sûriyê ku nasnameya Tirkiyê pê re tune ye, vedigerîne herêmên ku ji Sûriyê dagir kirine û bi taybet Efrîn.

Dewleta Tirk koçberên Sûriyê bi darê zorê vedigerîne herêmên ku dagir kirine
17 tîrmeh, 2019   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê û bi taybet ên li Stenbolê hemleyên girtinê dan destpêkirin. Polîs wan digirin û ji nû ve wan li herêmên ku ji Sûriyê dagir kirine, bi darê zorê vedigerîne.

Li ser toreyên civakî dîmenên ku çawa polîsên Tirkiyê li kolanan bi awayekî derexlaqî li pey sûriyan dikevin, hatin belavkirin.

Ev yek di çarçoveya siyasetên Tirkiyê yên li dijî koçberên di aloziya Sûriyê de li Tirkiyê xwe bi cih kirine, tê kirin.

Çavdêr diyar dikin ku ev yek dikeve nava siyaseta guhertina demografiya Efrînê.

(bx)

ANHA