3 karmendên konsolosxaneya Tirkiyeyê hatin kuştin

3 karmendên konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê, di encama gulebaranê de hatin kuştin.

3 karmendên konsolosxaneya Tirkiyeyê hatin kuştin
17 tîrmeh, 2019   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku karmendên konsolosxaneyê dema li restoranta Okbas a nêzî konsolosxaneyê bûn, ji aliyê kes anjî kesên ne diyar ve hatin gulebarandin. Di encama gulebaranê de hersê karmend hatin kuştin. Her wiha tê gotin ku birîndar jî hene.

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê yek ji kesên hatine kuştin cîgirê konsolê Tirkiyê yê Hewlêrê ye.

Ji ber bûyerê rêya di navbera Hewlêr-Silêmanî û Hewlêr-Kerkûkê de li hatin û çûyînê hate girtin.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê herêmê dorpêçkirin û lêkolîn dan destpêkirin.