Şirketa kehrebê ya Minbicê ji bo xizmeta şêniyan bi hemû hêza xwe dixebite

Werşên sererastkirinê di şirketa kehrebê ya Minbicê û gundên wê de ji bo xirabbûnên di kehrebeyê de derdikevin çareser bikin bi hemû hêza xwe dixebitin. Ji rewş û kalîteya kar jî buroya lêkolînê ya di şirketê de rojan e li ser werşan digere.

Şirketa kehrebê ya Minbicê ji bo xizmeta şêniyan bi hemû hêza xwe dixebite
Şirketa kehrebê ya Minbicê ji bo xizmeta şêniyan bi hemû hêza xwe dixebite
Şirketa kehrebê ya Minbicê ji bo xizmeta şêniyan bi hemû hêza xwe dixebite
Şirketa kehrebê ya Minbicê ji bo xizmeta şêniyan bi hemû hêza xwe dixebite
Şirketa kehrebê ya Minbicê ji bo xizmeta şêniyan bi hemû hêza xwe dixebite
15 tîrmeh, 2019   05:45
MINBIC

Şirketa kehrebê ya Minbic û gundên wê li ser kar û xebata sererastkirina şebekên kehrebê, pêkanîna projeyan û dirêjkirina şebekên nû disekine. Da ku kehrebe bigihêje hemû şêniyên bajêr.

Ji projeyên hatin pêkanîn, projeya aş a li avahiya êman. Her wiha  bi çavdêriya endizyar û pîşesazan satsyona veguhestinê hate aktîvkirin. Her wiha danîna tiransan li hin gundên ku tiransên wan xirab bûne, jê gundê Xerîcê rojava piştî ku zêdetirî 4 salan kehrebe li gund qut bibû, gundê Tehbê û Mezrê û El-Fedûs. 7 milyon LS li projeyê çûye.

Her wiha şirketa kehrebê ya Minbic û gundên wê gelek kar û xebatên sererastkirinê li bajêr û gundan dan meşandin. Jê; navenda Şûbê li kolana El-Berîd, navenda Çandiniyê ku ji aliyê buroya fenî ya komîteya Şaredariyê bi hevkariya buroya lêkolîn û pêkanînê hate sererastkirin. Kar di hefteyekê de hate xilaskirin û kehrebe gihaşt navendê. 2 milyon LS lê hat xerçkirin.

Projeya ronîkirina kolana El-Bîrim pêk hat. Her wiha projeya guhertina gelek tiransên xirabbûyî li bajarê Minbic û gundên wê, jê: gundê Ceb El-Neşamê, gundê El-Useclî, gundê El-Nowacê, gundê El-Esediyê ya rojhilat, gundê Um El-Setih û hwd.

Şirketa kehrebê niha projeya guhertina şebekên xetên navîn (emîrên bakur) li kolana Selasîn û El-Rabîte çêdike û dê proje nîvê meha Tîrmehê pêk were.

Hevserokê şirketa kehrebê yê Minbicê Xalid Mihemed tekez kir ku şirket kar û xebatên xwe, ji bo peydakirina kehrebê ji hemû gund û malên li Minbicê û gundan re, didomîne.

(bb/bm)

ANHA