`Xeta sêyemîn rêya demokrasî û çareserkirina aloziya Sûriyê ye`

Siyasetmendarên Helebê gotin ku çareseriya aloziya Sûriyê di destê gelê wê de ye û wiha gotin: “Çareserî  ne di destê dewletên derve de ye. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiya pêkanîna xeta sêyemîn tekez dike.”

`Xeta sêyemîn rêya demokrasî û çareserkirina aloziya Sûriyê ye`
15 tîrmeh, 2019   04:25
HELEB – ARIF SILÊMAN – TOLÎN HESEN      

Di dawiya meha Hezîranê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe nameyek ji girtîgeha Îmraliyê şand. Aliyên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bala xwe dan ser mesajên din nameyê de. Ocalan di nameyê de bal kişandibû ser çareseriya aloziya Sûriyê û xurtkirina demokrasiyê.

Derbarê mijarê de, endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê û endama Meclisa Jin a PYD`ê yên Helebê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Meclisa Giştî yê PYD`ê yê Helebê Îsa Mistefa diyar kir, xeta sêyemîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa wê dike, ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e û wiha got: "Aliyên ku Sûriyekek demokratîk û azad dixwazin, divê  li xeta sêyemîn vegere."

Mistefa destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sêyemîn pêk anîn, ji ber vê yekê biratiya gelan û rêgezên jiyana hevbeş li herêmê xurt. Mistefa got: "Yên di rêya xeta sêyemîn de dixebitin dikarin bigihêjin çareseriya aloziya Sûriyê."

Mistefa destnîşan kir ku ew wek PYD`ê parastina vê rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên li Rojhilata Navîn ji destpêka aloziyê û heta roja me ya îro pêk aniye, dikin. Mistefa gotinên xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê bi rêya perspektîfan diyar kir ku aloziya Sûriyê bidawî nebûye û itfaqa demokratîk di navbera hemû gelan de bingeha  xeta sêyemîn e.”

Her wiha endama Meclisa Jin a PYD`ê ya Helebê Nercis Bekir jî diyar kir, xeta sêyemîn  a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşinyar kiriye, armanca wê parastina hemû gelan, jiyana hevbeş û biratiya gelan e.

Nercis gotinên wiha dewam kir: "Di aloziya Sûriyê de Rêveberiya Xweser hate avakirin. Ew jî bi armanca rêxistinkirina hemû pêkhateyan û parastina maf û çandên wan bû. Her wiha YPG û YPJ ava kirin. Van hêzan di aloziyê, di şikandina çeteyên DAIŞ`ê de, rêya pêkanîna xeta sêyemîn di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, xwe îsbat kirin."

Nercis Bekir tekez kir ku xeta sêyemîn xeta çand, exlaq û parastinê ye. Nercis di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hemû gel bibin yek, da ku karibin dagikeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxînin û aloziya Sûriyê çareser bikin."

(jo/bm)

ANHA