‘Eger hikumeta Başûr helwest hebûya, dê çarenûs ne mirin bûya’

Şêniyên Dirbêsiyê bang li hikumetên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwest nîşan bide û wiha gotin: “Eger hikumeta Başûrê Kurdistanê helwestek pêwîst li dijî van êrîşan nîşan bidaba, wê demê dê çaranûsa gel ne mirin bûya."

‘Eger hikumeta Başûr helwest hebûya, dê çarenûs ne mirin bûya’
12 tîrmeh, 2019   09:14
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê, êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê êrîş şermezar kirin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê kirin ku li hemberî êrîşan helwest nîşan dibin.

Şêniyê bi navê Mihemed Elî tekez kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê ew e ku gelê Kurd qir bike, dîrok û çanda wî sîl bike. Elî wiha domand: "Lê em nahêlin ku dewleta Tirk komkujiyên din pêk bîne û em dê li dijî wan êrîşan bisekinin."

Elî bang li hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku helwestên xwe li hember van êrîşan nîşan bidin, ji ber ku ev êrîş gelê Kurd, gelê Iraqê û serweriya Iraqê dike armanc.

Şêniyê bi navê Azad Remo got: "Divê gelê Kurd yekrêziya xwe ava bikin, ji bo berjewendiya xwe kar bikin, dûrî berjewendiya partiyetî û kesayetî kar bikin."

Şêniyê bi navê Îmad Eyo balkişand ser dagirkeriya Tirk ku sivîl û zarokan li ber çavên hikumeta Başûrê Kurdistanê dikoje û wiha domand: "Ji ber wê em bang li hikumeta Başûr dikin ku helwesta xwe diyar bike. Rê li pêşiya binpêkirinên dagirkeriya Tirk bigire. Dest ji berjewendiyên xwe berde û bi berjewendiya gel û çaranûsa gel bifikire."

Şêniyê bi navê Ednan Elîwan jî got: "Eger hikumeta Başûrê Kurdistanê helwestek pêwîst li dijî van êrîşan nîşan bidaba, wê demê dê çaranûsa gel ne mirin bûya."

(şx/bm)

ANHA