Hêzên rejîma Sûriyê gundê Hemamiyat xist bin serweriya xwe

Hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya balafirên Rûsyayê şevê din gundê Hemamiyat û girê wê yê stratejîk piştî şerekî dijwar bi çeteyên ku destekê ji Tirkiyê werdigirin, bi temamî xistin bin serweriya xwe de

Hêzên rejîma Sûriyê gundê Hemamiyat xist bin serweriya xwe
12 tîrmeh, 2019   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî topbarana bejahî û hewayî ya dijwar û bi êrîşa hêzên rejîmê re ku 8 caran têk çû û ya 9`an bi ser ket, hêzên rejîmê gundê Hemamiyat û girê wê yê stratejîk ê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê piştî ku roja Çarşemê çeteyan girtibû, xist bin serweriya xwe.

Li eniya gund heta niha topbarana bi moşekan û şerê bi çekên giran didome. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di encama şer de ku nêzî 30 saetan dewam kir, gelek sivîl hatin kuştin. 67 endamên hêzên rejîmê di encama şerê li eniyên Hemamiyat ê bakurê rojavayê Hemayê de ji şevê din û heta van kêliyan her wiha 56 çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin, hatin kuştin.

Girêdayî mijarê balafirên Rûsyayê ji şevê din û heta van kêliyan 12 caran Xan Şêxûn a bejahiya başûrê Idlibê, Kefer Zîta, Cebîn ê bejahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê, her wiha balafirên şer îro di saetên sibê de 7 caran derdora bajarê Mereta Naman, bajarokê Kefer Zîta bombebaran kirin. Helîkopteran jî bermîlên teqemeniyê avêtin ser bajarokê Kefer Zîta yê bakurê Hemayê. Hêzên rejîma Sûriyê zêdeyî 240 moşek û top avêtin herêmên Xan Şêxûn ên bejahiya başûrê Idlibê, Cebîn, Til Milih û Cîsat ê bejahiya Hemayê.

Bi vê yekê hejmara kesên ku ji destpêka şerê li herêmên bê çek hatine kuştin bû 2 hezar û 420 kes.

(bx)