Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kir
11 tîrmeh, 2019   09:29
NÛÇEYAN NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.