Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê holeke sporê ji bo lîstikên laş piştî rawestandina wê 10 salan ji kar, vekir, komîteyê rojan e ji bo jinên dixwazin navên xwe tomar bikin 4 saet diyar kirin.

Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
Hola lîstikên bedenê ku piştî 10 salan hate vekirin, ji bo jinan jî saet veqetand
11 tîrmeh, 2019   08:34
REQA

Di vekirina wê de, bi dehan endamên saziyên sivîl û Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş, endamên komîteya Ciwan û Werzîşê û kesên lîstikên bedenî dikin, amade bûn.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Meşleb El-Derwîş derî vekir û paşê li nav beşdarên holê geriyan.

Mihemed Hisên El-Salih mamosteyê perwerdekirina lîstikên bedenê spasiya komîteya Ciwan û Werzîşê kir û wiha got: "Hol dê rihê sporê ji şêniyên bajêr re vegerîne."

Hevseroka komîteya Ciwan û Sporê di Meclisa Sivîl a Reqayê de Fatimê El-Xilêf wiha got: "Hola sporê li lîstikgeha Beledî ku nêviyê wê hatibû rûxandin ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê, ji ber vê yekê me hol sererast kir û amûrên pêwîst ji bo lîstikgehên bedenê peyda kirin û danîn holê."

Fatime El-Xilêf da zanîn ku jin dikarin rojan e ji seat 8`ê sibehê heta 12`ê nîvro bên holê û sporê bikin, lê seatên êvarê ji bo mêran e.

Hejmara kesên navên xwe tomar kir 90 kese û deriyê tomarkirinê ji bo jinan ji îro de destpê kir.

ANHA