PDK çekan sewqî baregehên Tirkiyê dike

Hate îdiakirin ku PDK’ê hinek çekên xwe yên li Fermandariya Dihokê veguhastine baregeha artêşa dewleta Tirk a li Komelgeha Sîrê ya Dihokê. Her wiha hin çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Mexmûrê jî veguhastine baregehên Tirkiyê yên li Behdînan.

PDK çekan sewqî baregehên Tirkiyê dike
9 tîrmeh, 2019   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku xwe dispêre agahiyên ji çavkaniyên herêmî, ji duh êvarê saet 16.00'an heta îro danê sibehê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gelek cureyên çekên giran û sivik ên li Fermandariya Dihokê û çend cihên din, sewqî baregeha artêşa Tirk a li Komelgeha Sîrê ya ser bi navçeya Şêladizê ya Dihokê ve kirin.

Tê gotin ku ji depoyên çekan ên li devera Dolemer û herêma Barzan gelek çek û cebilxane sewqî heman baregehê hatin kirin.

Ji aliyekî din ve hate îdiakirin ku şevê din hinek çeteyên DAIŞ'ê ku li çiyayê Qereçox mane û tê gotin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, veguhastine baregehên Tirkiyê yên li Sîrê û Behdînan.