Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şehîdên tevgerê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, bi bîr anîn û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrînê û avakirina civaka azad û demokratîk da.

Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
9 tîrmeh, 2019   08:51
ŞEHBA

Merasîma bîranînê bi xwepêşandanekê dest pê kir. Bi dehan malbatên şehîdan tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîd Gerzan, Hewar û Birûsk ên endamên Tevgera Ciwanan ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne û ala Tevgera Ciwanan hatin hildan.

Xwepêşandanê ji Qada Azadî ya li navçeya Ehres a Şehbayê dest pê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên banga berxwedanê û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Xwepêşandan li ber goristana şehîdan veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zîvên Naso ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de her 3 şehîd di salvegera şehadeta xwe de ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne û hemû şehîdiyên azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin her sê şehîdan nûneriya pêşengiya ciwanên şoreşger dikir ku li ser fikrên neteweya demokratîk û rihê ciwanên azadîxwaz hatine avakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek komîteya zarokên şehîdan sersaxiyê ji gel, rêber Ocalan û malbatên şehîdan re dixwazin û soza berdewamkirina têkoşînê heta avakirina civaka demokratîk bi serkêşiya ciwanên azadîxwaz û demokratîk û heta rizgarkirina her bihostek ji xaka Sûriyê ji terora çeteyan û bi taybet Efrînê didin. Em ê li gorî berpirsyariya avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk, pirreng û nenavendî bin ku hemû pêkhateyên gel bê ferq û cudahî tê de bijîn.”

Mitîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA