Kongreya Star: Şehîd Diyar Xerîb ji bo me îdolek e

Kongreya Star bi daxuyaniyekê şehîd Diyar Xerîb bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Diyar Xerîb ji bo wan bûye îdolek û dê li ser xeta wî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Kongreya Star: Şehîd Diyar Xerîb ji bo me îdolek e
9 tîrmeh, 2019   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr anî.

Daxuyaniya wiha ye:

“Germahiya 5 ‘ê Tîrmehê hesûdî kir û xwe li ber germahiya lêgerîna azadiya hevalê Helmet (Diyar Xerîb) negirt! Heya ku nikaribû wî ji dijminê hovane biparêze û niha jî xwest wî bixe nava dilê havîna şûnwarên şoreşan, ji bo ku bike dîrokek.

Ew bû lêgerîn û îdola mirovên kamil, ew bû ku xwe dikire deng û rengê şopdarên rêya heqîqetê. Ev germahiya heqîqetê, ji me kişand hebûna germahiya dilê lêgerînvanên azadiyê û pir bê wext ji me stand.

Çawa çiyayê Şengalê qêrîna azadî û tolhildanê da ji bo Mam Zekî, ev car jî wê çiyayê Qeredax bangewaziya hawara azadiyê qîr bike û tolhildana hevalê Helmet (Diyar Xerîb) ji dijminê bêbext hilde, bibersivîne!

Em wek Kongreya Star li hemberî êrîşên hovane û bêpîvan ên bi vî rengî, em ê her tim ji bo têkoşîna azadiyê bixebitin û li hemberî bêexlaqiya şer bisekinin, tola dilên azadîxwazên şopdarên heqîqetê emê bi hûnandina felsefeya azad hilgirin û bibin hevalên soza wan.

Hevalê Helmet ji bo me bû dîrokek û îdolek di nava şoreşa azadiyê de. Tu caran ji bîr nabe û wê di dilan de text bigire. Wê bi birêxistinkirina jinên azad bi hezaran Diyar Xerîb biafirin.”