Çeteyên Tirkiyê di nava çend rojan de zêdetirî 300 sivîlên din revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji herêma Efrînê revandin û li beramberî berdana wan, pere ji malbatên wan xwestin.

Çeteyên Tirkiyê di nava çend rojan de zêdetirî 300 sivîlên din revandin
Çeteyên Tirkiyê di nava çend rojan de zêdetirî 300 sivîlên din revandin
4 tîrmeh, 2019   04:25
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bêdenge.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA`yê bidest xist ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji wan jin, bi tewanên derew revandin û li beramberî berdana wan ji malbatên wan pere xwestin.

Çavkaniyekî ji navçeya Şera diyar kir ku di 17`ê Hezîranê de çeteyan Idrîs Horo û Elî Horo ji gundê Zeytûnkê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Her wiha çavkaniyên din ji hundirê Efrînê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya 2 rojan 10 welatiyên ji navçeya Mabata revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

(jo/bm)

ANHA