Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê di merasîma bîranîna 83 şehîdên navçeyê de soza şopandina rêya şehîdan dan.

Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bi bîranîn
2 tîrmeh, 2019   18:35
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur 83 şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîranîn

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torenek leşkerî ji hêla YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre bi navên YPG`ê fermendarê Şêx Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan Karker Hisên û Partiya Yekitiya Demokratîk Diyar Tirbespiyê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbaatên şehîdan re hate xwestin, her wiha hate gotin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe li dijî tevahiya êrîş û gefan bi serket û civakek serkeftî û azad afirand. Qisekaran gotin, dê li hemberî dijminên xaka bi xwîna şehîdan hatiya avdan xeta têkoşînê dewam bikin.

Axaftivanan destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema fedekariyên mezin e yên şehîdan e û divê hemû dewletên ku şerê terorê dikin desteka vê rêveberiyê bikin.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şahedata şehîdan radestî malbatên wan kirin.

(şx)

ANHA