Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê 48 şehîdên meha Hezîranê ku di cihên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê li Goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê bi bîr anîn.

Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîranîn
30 hezîran, 2019   17:23
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê merasîma bîranîna şehîdên meha Hezîranê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê bi tevlibûna bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û malbatên wan organize kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên şehîdan a kantona Hesekê Ibrahîm Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Îro em şehîdên meha Hezîranê yên ku bi fedekariyên xwe destanên lehengiyê xêz kirine û xaka xwe bi xwîna xwe ji çeteyan rizgar kirine bi bîr tînin. wan şehîdan ewlehî, aştî, biratî û hezkirin ji me re afirandin.

Her wiha bi navê hêzên leşkerî yên bajarê Hesekê fermendarê QSD`ê Ziyab Hesekê axivî û got: "Şehîdên me mişeleya azadî û rûmetê ne. Soz dan ku xak û gelê xwe rizgar bikin û soza xwe anîn cih. Em soz didin ku em ê têkoşînê mezin bikin heta tevahiya xaka dagirkirî rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got: "Îro em şehîdên azadiyê bi bîr tînin û sersaxiyên ji malbatên wan re dixwazin. Em soz didin wan ku destkeftiyên bi dest xistine biparêzin û hewql bidin civakek azad û rumet ava bikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta 48 şehîdan ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û girseya gel dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA