Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn

Têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) di salvegera 23‘an a şehadeta xwe de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate bibîranîn.

Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn
Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn
Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn
Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn
Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn
Têkoşer Zîlan li Helebê hate bibîranîn
29 hezîran, 2019   18:06
HELEB

30‘yê Hezîranê salvegera 23‘an a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) ye a ku li Dêrsimê çalakiyek li dijî dagirkeriya Tirk pêk anî.

Bi vê wesîleyê, Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek li hola Efrînê li dar xist. Bi dehan kes beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêvebera Kongreya Star Hêvîn Silêman peyama têkoşer Zîlan a beriya şehadeta xwe nivîsîbû xwend.

Piştre, Rêvebera Kongreya Star Zelal Xebat axivî û got:"Xeta çalakiyên fedayî heta roja me ya îro berdewam e ku çirûska wê em gihandin Berxwenda Serdemê. Têkoşer Avesta Xabûr da ser şopa Zîlan û li hemberî teslîmkariyê çalakiya fedayî li dijî dijmin pêk anî."

Zelal Xebat anî ziman ku Zîlan bi çalakiya xwe hemû bendên ku jin biçûk dixist şikand û got, têkoşer Zîlan nimuna rastiya jina berxwedêr e.

Piştî axaftinan, koman şano ya girêdayî navenda Çand û Hunerê şanoyek bi navê "Şehîd Zîlan"pêşkêş kir.

Civîn bi stranên şoreşgerî ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a taxa Şêxmeqsûdê bi dawî bû.

ANHA