Li Reqayê dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re hate vekirin

Îro Rêveberiya Jinan a Reqayê bi hevkariya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê li  taxa El-Meşlib, li ser banga jinan dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re vekirin.

Li Reqayê dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re hate vekirin
Li Reqayê dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re hate vekirin
Li Reqayê dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re hate vekirin
Li Reqayê dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re hate vekirin
23 hezîran, 2019   12:28
REQA

Merasîma vekirinê bi beşdariya xebatkarên saziyên sivîl û rêveberiya jinan hate kirin. Tê zanîn ku dewre ji 90 jinan pêk tê û dê 6 mehan berdewam bike.

 Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ser navê Meclisa taxa El-Meşlib ji rêveberan Rîma Îbrahîm axivî û vekirina dewreyê pîroz kir û wiha dewam kir: "Ev gav weke gaveke erênî ye  ber bi naskirina jinan ji kesayeta xwe ve. Jinên zana bingeha avakirina hemû beşên civakê ye."

Her wiha ji Rêveberiya Jinan a Reqayê Fehîma Casim axivî û qehremaniya şehîdên ku di oxira ku jin mafên xwe bi dest bixin, canê xwe feda kirin bi bîr xist.

Fehîma bal kişand ser ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de jin kirin armanca xwe, ew kirin wekî alavekê û got: "Îro bi hêza xwe jin dikare ji fikirên tundrew ên ku çeteyan çandine rizgar bibin."

Di vê derbarê de jina bi navê Emîna Mihemd(50)ku nizane ne bixwîne û binivîsîne ji ajansa me re got: "Em spasiya Rêveberiya Jinan dikin, ku daxwazin me bicih anîn û ev dewre dê asta fêrkirina me xurt bike."

(eh)

ANHA