Trump: Moşekên Îranê dê parçeyek ji hevpeymana bi Tehranê re be

Di demekî ku navbera Emerîka û Îranê de nakokî hene, serokê Emerîka Donald Trump diyar kir ku ew amedekariya xwe ya ji bo danûstandina bi serokkomarê Îranê Hesen Rohanî re dike. Trump wiha got: "Dosya moşekan Ballistic a Îranê dê parçeyek ji hevpeymana  pêşeroja bi Tehranê re be.”

Trump: Moşekên Îranê dê parçeyek ji hevpeymana bi Tehranê re be
21 hezîran, 2019   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serok Donald Turmp di hevpeyvîna xwe  ya bi ABCnews re got ku ew amedekariyên xwe ji bo pêkanîna diyalogê çi bi murşidê Îranê û çi bi Rohanî re be, dike. Trump diyar kir ku ti şertên wê yên berê ji bo hevpeymanê tine ne.

Reutersê li ser zimanê Trump wiha got: "Dosya moşekên Ballistic ên Îranê dê parçeyek ji hevpeymana pêşerojê ya bi Tehranê re be."