Cenazeyên du şehîdan li Hesekê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Hesekê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa El-Xalid û endamê Yekîneyên Disîplîna Leşkerî Hisên Nadir (Rênas Hesekê) spartin axê.

17 hezîran, 2019   18:27
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa El-Xalid û endamê Yekîneyên Disîplîna Leşkeîr Hisên Nadir (Rênas Hesekê) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Yekîneyên Disîplîna Leşkerî, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sefîra Xelid sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û dilsozya xwe ya bi şehîdan re dûbare kir.

Di merasîmê de, ji fermandarên Yekîneyên Disîplîna Leşkerî Ekrem Biro jî wiha got: "Şehîd finda ku rêya me ya ber bi azadî û aştiyê ve rû dikin. Şehîd Rênas şervanekî leheng bû û bi qehremanî erka xwe pêk di anî, beşdarî gelek hemleyên li dijî DAIŞ‘ê bû, têkoşîna xwe dewam kir, heta gihaşt asta şehadet."

Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selma El-Elî nasnameya şehadetê ya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA