Li Dêrikê pêşangeha keleporî û hunerên destan

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa navçeya Dêrikê bi hevkarî û koordînakirina Navenda Dicle ya Çand û Hunerê pêşangeha hunerên destan û  floklorîk organize kir.

Li Dêrikê pêşangeha keleporî û hunerên destan
Li Dêrikê pêşangeha keleporî û hunerên destan
Li Dêrikê pêşangeha keleporî û hunerên destan
Li Dêrikê pêşangeha keleporî û hunerên destan
Li Dêrikê pêşangeha keleporî û hunerên destan
17 hezîran, 2019   13:48
QAMIŞLO

Bi armanca geşkirina floklora kurdî û kelepora wê, Komîteya Çandê û Hunerê ya Meclisa navçeya Dêrikê bi hevkarî û koordîneya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, pêşangeha hunerê destan û  keleporî vekir. Pêşangeh li hola Navendê, hat lidarxistin.

Gelek şênî û Saziyên Civaka Sivîl beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de bi sedan peyker, parçeyên keleporî ku kelepor û çanda herêmê nîşan dide û ji wê jî zêdetir gelek hunerên destan hatin pêşkêşkirin.

Di vê derbarê de rêveberê Navenda Dicle ya Çand û Hunerê Elî Hacê Yûsiv got: “Armanca  pêşangehê geşkirina kelepor, çand û floklora kurdî û parastina van mîraseyan e. Peyker û destekariyên ku di pêşangehê de hatine pêşkêşkirin ên şêniyên  herêmê ne û bi hedefa pêşandana çand û floklora kurdî pêşkêşî Navenda Çandê kirin e.”

Pêşangeh dê 2 rojan dîtir bidome.

(fr)

ANHA