Di çemê Firatê de cenazeyê jinekî hat dîtin

Li bajarê Reqayê nêzî Pira Kevin di nava çemê Firatê de cenazeyê jinekî hat dîtin.

Di çemê Firatê de cenazeyê jinekî hat dîtin
17 hezîran, 2019   13:56
REQA

Tîma Destwerdana Destpêkê ya Reqayê li ser agahiyên ku vê sibehê ji şêniyêan girtin, cenazeyê jinekê li nêzî pira Kevin a li ser çemê Firatê dîtin û birin nexweşxaneyê.

Rêveberê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs anî ziman ku piştî lêkolînên bijîkên edlî diyar bû ku temanê jinê 45 salî ye. El-Xemîs destnîşan kir ku ti belgeyên girêdayî jinê di dest wan de tine ne. Cenazeyê jinê rakirin morga Nexweşxaneya Wetanî.

ANHA