Ji ber şewatê bûyerên xeniqandinê çêbûn

Ji ber bûyera şewatê ya li başûrê gundê Debûs ê girêdayî navçeya Amûdê, hejamrek ji rewşên xeniqadinê di nava şêniyên derket.

Ji ber şewatê bûyerên xeniqandinê çêbûn
17 hezîran, 2019   13:29
QAMIŞLO

Li gelek deverên girêdayî başûrê rojavayê bajarê Qamişlo agir bi zeviyan ket. Heta niha 20 hezar donim ji zeviyên gundê Keçel Areb, Kevrêspî, Girbawî, Melesibat, Demxiyê, Nayif û Til Faris hate şewitandin. Di vê derbarê de nûçegihanê me diyar kir ku agir gahaştiye rêya navnetewî ya di nav bera Qamişlo û Amûdê de, paşê gihaşt gudên li başûr jî.

Agir gihaştiye nava gundê Debûs ku dikeve başûrê navçeya Amûdê û nêzî rêya navnetewî ye. Ji ber dûmana hilberînan, gelek rewşên xeniqadinê derketin.

Nûçegihanê me bal kişand ser ku tîmên awarte yekser kesên bihçikandî bûne rakirin nexweşxaneyê.Di heman demê de hîn jî ambulans û şênî hewldana vemirandina agir dikin.

(eh)