Agir bi zeviyên rojavayê Qamişlo ket

Agir bi zeviyên rojavayê Qamişlo yên nêzî gundê Navkurê yê dikeve navbera bajarê Qamişlo û gundê Hîmo de, ket. Heta niha destwerdan ji aliyê tîmên agirkujiyê nehatiye kirin.

Agir bi zeviyên rojavayê Qamişlo ket
16 hezîran, 2019   10:49
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku agir bi zeviyên çandiniyê yên nêzî gundê Navkurê yê dikeve rojavayê bajarê Qamişlo de ket. Gund dikeve navbera bajarê Qamişlo û gudê Hîmo de û nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye.

Nûçegihanê diyar kir ku nêzî 300 donim heta niha hatiye şewitandin. Agir hê jî nehatiye vemirandin û heta niha tu destwerdan ji bo şewat were vemirandin, nehatiye kirin

(bx)

ANHA